Pirsa Kurdî û peymanên navdewletî

Pirsa Kurdî û peymanên navdewletî

Oct 25 2019

Pirsa Kurdî û peymanên navdewletî

Zehra Ehmed

Gelê kurd, ne bi şeran têk diçe, belê bi peymanên navdewletî û herêmî yên ku nexşeya jeopolîtîk ya Kurdistanê perçe kirine têk diçe, ji Mehebad û Kerkûkê heya Efrîn û Sarêkaniyê, gelê kurd û mafên wê yên rewa bûne qurbaniya rêkeftinên navdewletî yên herêmî, di şûna berjewendiyên navdewletî û bazarên neftê de.

Kembera Tirkî - Erebî xencera jehrê ye di pişta cografya kurdî de.
Rêkeftina Amerîka -Tirkiye û ya Rusya-Sûriyê, erdnigarî, giyanên me û ne jî mafên me ne parêze.

Xizmeta me ya ji bo cîhanê û jinavbirina rêxistina terorê ya herî mezin, ji bo gelê me bi ziyaneke mezin hat û ti mifayek siyasî nebû.

Xiyalên Osmaniyan careke din nexşeya Kurdistanê parçe dike bi oparesyonên leşkerî û bikaranîna çekên kîmyayî û heta bi serbirînê.

Sînorên dewleta Sûriyê dişkîne û qanûnên navnetewî binpê dike, û ala xwe li ser axa Sûriyê bilind dike bi binpêkirina serweriya dewleta Sûriyê ku hê jî endamê Netewên Yekbûyî ye.

Artêşa Tirkiyê digel çeteyên opozisyona sûrî yên bi navê artêşa azad, tawanên şer û dijemirov li dijî gelê kurd pêk tînin.

Tişta dibe dagîrkarî ye, ji ber herêmên ewle, pêdivî heye ku di bin parastina NY de û rêveberiya wê herêmê bi destê pêkhateyên wê deverê be, ne di bin oparesyonên leşkerî û guhertina demografî de.

Tirkiya dixwaze herêmeke dagîrkirî durist bike bi binpêkirina hemû prensîb û peymanên navdewletî, berovajî avakirina herêmek ewle, bicîhkirina koçberên Sûrî li deverên kurdî, û bi vî rengî guherîna demografîk, bi rêys dagirkirina SerêKaniyê û Efrînê.

Lempa kesk ya Rûsî-Amerîkî bû harîkar ji bo rijsndina xwîna sivîlan, û vetoya wan di Encumena Ewlehiyê de bû amûrek ji bo parastina berjewendîyên navdewletî yên herêmî û hevalbendên wan yên stratejî li beramberî mafên gelên bindest.

Civata navnetewî, rêxistinên mafên mirovan û Netewên Yekbûyî, bi hemû saziyên xwe ve, gunehbar in li hember qirkirina miletê kurd û guhertina dîmografiya Kurdistana Sûriyê.

Ji ber vê yekê, divê mala Kurd ji nû de were sererast kirin, divê nakokiyên siyasî nebin asteng li pêşiya yekrêziya gelê kurd bi bilindkirina berjewendiya bilind ya gelê Kurd.

Ku divê em bixebitin ji bo nûkirina
Peymana Duhokê ya di bin sîwana Serok Mesûd Barzanî de ku hîn jî bingehek e ku li ser rizgariya me ava dibe.

Divê biryarên çarenivîs yên aşitî û şer bi destê gelê Kurd be.

Rojnameya Kurdistan

504