Raporteke mafperwerî: 127 kes li Efrînê di Eylûna bûrî de hatine revandin

Raporteke mafperwerî: 127 kes li Efrînê di Eylûna bûrî de hatine revandin

Oct 03 2019

ARK NEWS... Rêxistina "Sûriyên ji bo Dad û Rastiyê" çendîn rewşên revandinê li ser destê girûpên çekdar li Efrîna rojavayê kurdistanê di heyama meha Eylûna bûrî de belge kiriye.

Duh roja çarşemê 2.10.2019 Rêxistina Sûriyên ji bo Dad û Rastiyê raportek belav kir û têde dibêje ku girûpên çekdar ên bi ser "leşkerê niştimanî" ve bi karê revandina welatiyên Efrîna rojavayê kurdistanê berdewam in û serbar dike ku di meha Eylûna bûrî de wê navê127 kesî bi zanyariyên giştî li ser wan bi belge kiriye.

Herweha raport dide xuyakirin ku di nav wan revandiyan de 17 jin û zarok hene, û got ku ew kes hatine veguhestin bo zîndanine navendî, û piştî demekê 70 kes serbest hatine berdan , lê ta niha hîn çarenivîsa 57 kesî nediyar e.

Ji aliyê xwe ve jî lêkolînerên meydanî di Rêxistina navburî de li ser zarê şahid halan veguhestine, ku ew kes hatine revandin û bê ku malbatên wan werin agihdarkirin. Û serbar kirin ku polîsên sivîl û leşkerî yên bi ser girupên çekdar ve piraniya hilmetên revandinê encam dane, û hilmet li ser 7 navçeyan dabeş dibûn, di nav wan de navçeya Şiyê , Mabata ,Raco û Cindêris, herweha beşê din ji hilmetên revanidnê li ser destê şaxê "El-Emin Siyasî" û girûpên çekdar yên bi navê "El-Cebihe Şamiye ,Ehrar El-Şerqiye ,lîwaya sultan silêman şah, û Firqeya El-Hemzat" û hin girûpên din.‌

Derbarî van kiryaran, xelkê navçeyê jî metirsiya xwe dan diyarkirin û gotin ku armanc ji van hilmetan ew e ku pare ji wan werin xwestin nexasim ku tên hevdemê werzê çinîna zeytûnan... ,û wan neçar bikin parekê ji berhemên xwe bidin wan beramberî ku astengiyan ji wan re dernexin.

Berya niha jî Rêxistinê girûpên çekdar ên bi ser "leşkerê nştmanî" ve bi revendina welatiyan tometbar kirbûn.., ji aliyê xwe ve Yûsif Hemûd berdevkê "leşkerê niştimanî" di lêdwanekê de ev yek red kiribû û gotibû ku" ev tişteke rewa ye, polîsên wan ên leşkerî û sivîl bi erkê xwe radibin û yê ku bi tometê were îdane kirin radestî dadgehê tê kirin û eger tu belge li ser nebe serbest tê berdan.

Herweha Hmûd gotibû ku "dadgeh li navçeyê deselat e û lêkolînê li pey kesên ku digre, dike" , û amaje kiribû ku " çendîn şanên dinn ên bi ser Rijêmê , PKKê Rêxistina terora Da'işê jî li navçeyê hene".

Girûpên çekdar ên ku di bin navê " leşkerê niştimanî" de kar dikin di 18 Adara 2018an de Efrîna rojavayê kurdistanê kontrol kirine ew jî piştî vekişana PYDê ji navçeyê.

N.H

500