Til Rifet beramber Rojavayê Cisir Şixûr, Deşta Xabê û gundewarên Laziqiyê

Til Rifet beramber Rojavayê Cisir Şixûr, Deşta Xabê û gundewarên Laziqiyê

May 31 2018

Nakokî li ser radestkirina bajarokê Til Rifet yê Helebê navbera Rûsiyê û Îranê de derket, Rewengeha Sûrî ya Mafê Mirovan li ser zarê jêdera xwe ragihand ku nakokî li ser radestkirina Til Rifetê bermber deverên girîng li Rojavayê Sûriyê derketiye.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan li ser malpera xwe belav kiriye ku di hûrguliyên nakokiyê de hêzên Rûsiyê hewil didin Til Rifetê radestî Artêşa Turkiyê bikin li beramber de çekdarên opozisyon Sûriyê ji Rojavayê Cisir Şixûr, Deşta Xabê û gundewarên Laziqiyê vekişin.

Lê ew hewil bû cihê ne razîbûna milîsên Îranî û adara bûrî jî li pêş derbasbûna hêzên Turkiyê rawestiya bû û gefa leşkerî dan eger Turkiyê derbasî Til Rifet bibe.

Piştî êrîş û derbasbûna Turkiyê ji bajarê Efrînê di 18Adarê 2018 Turkiyê biryar da ku êrîş Til Riferê jî bike, lê ta niha gengeşe navbera herdû aliyên Rûsiyê û Îranê berdewam e.

Rewangeh tekez dike ku tu hêzên Turkiyê derbasî Til Rifetê nebûne û ew bajarok bi destê çekdarên QSDê, rêjîm û Îranê de ye
Şêxo Efrînî



519