Li Cindirêsa Efrînê mayînek teqiya
Apr 24 2021
ARK NEWS... Li navçeya Cindirêsê ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, mayînek di nava zeviyan de, teqiya tu zinyan nehatin tomarkirin.
Jêderên xwecihî ji Efrînê ji ARKê re ragihandin ku mayînek di nav zeviyên kurdan li deşta navçeya Cindirêsê teqiya, tu ziyanên canî û madî nehatin tomarkirin.
Ji dema şerê Turkiyê dest pê kiriye di sala 2018an de, beriya ku PYDê vekişe derdora 10 hezar mayîn di nav gundan de çandin, piştî ku Turkiyê û çekdrana destê xwe danîn ser herêmê, bi sedan teqînên terorî dest pê kirin, baca herî sereke sivîl didin.
Ş.E
318
