Nêçîrvan Barzanî: Ez we piştrast dikim ku rojên dijwar derbas bûn û rojên geş li hêviya me ne

Nêçîrvan Barzanî: Ez we piştrast dikim ku rojên dijwar derbas bûn û rojên geş li hêviya me ne

Sep 02 2018

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 01.09.2018ê li bajarê Duhokê, termên 13 pêşmergeyên şehîd ku di opersyona anfalan de şehîd bibûn, li Goristana Şehîdên Badînan li nêzîk keleha Nizarkê hatin veşartin.

Di merasimê de ku hijmareke wezîr, berpirsên sirysî û hikûmetî, nûner û konsulên welatên biyanî, malbat û kesûkarên şehîd û enfalkiriyan amade bûn, Nêçîrvan Barzanî gotareke pêşkeş kir û ev jî teksta wê gotarê ye:

“Kesûkarên ezîzên enfalkiriyan
Xelkê xweragir ê devera Badînan
Mêvanên hêja

Hemû bixêr hatine

Min divê bi taybetî bixêrhatina konsulên biyanî yên ku di vê merasimê de beşdar in, wan bikim û sipasiya wan bikim ku zehmet kêşan û ji Hewlêrê hatine heta vêde ji bo beşdarîkirina vê merasimê. Hûn bixêr hatine.

Em vê êvarê li vir karesateka cergbir, karesata enfala Badînan bi bîr tînîn. Li vir, li Keleha Nizarkê, berî 30 salan tawanên dijî mirovatiyê bi direndetirîn awayî hatine kirin, bav li pêş çavên zarokên xwe hatine îşkencekirin û kuştin, xûşk, bira, dayik û bav ji hev hatine cudakirin û windakirin. Lê ka tawanbar? Ew tawanbar îro di zibildana dîrokê de ne û Badînan û Duhok û Kurdistan azad û serbilind in.

Belê, em îro li vir civiyane da ku bîrhatina canê paqij ê bi hezaran şehîdan bikin, yên ku li dawiya tebaxa sala 1988ê ketine ber yek ji hovtirîn tawanên di dîrokê de dijî mirovatiyê de. 25ê tebaxê heta 16ê îlona sala 1988ê, piştî ku şerê Iraq û Îranê bi dawî hat, pênc feyleqên artêşa Iraqê, mezintirîn operasyona leşkerî dijî Badînan encam dan, li gumd û deverên tixûbê Duhok, Zaxo, Amîdiyê û Şêxan, xelkê wan deveran ji misilman, êzdî û xristiyanan kirin armanc û kes ji destê wan neflitî.

Îro di vê merasimê de min sê mînak dîtin; Daykekê ku pênc kes ji kurên wê hatine enfalkirin, birayek ku pênc ji xêzana wan hatine enfalkirin û keçeka xristiyan ku ew bi tenê ji xêzana xwe maye, ev tawan hemû li Badînan hatine kirin.

Enfala Badînan ku qonaxa dawiyê ya operasiyona enfalan bû, berfirehtirîn cigrafiya bi xwe ve girt, 620 gund ketin ber êrîşa enfalan û tawanên komkujî, tawanên dijî mirovatiyê û tawanên şer li dijî sivîlên Badînan hatine encam dan û çekê kîmiyayî li 70 ciyên cuda hat bikaranîn, li hindek deveran jî xelk bi kom hatine gulebarankirin, nêzîkî 25 hezar malbat koçber û derbeder bûn, bi hezaran ji wan koçberî Tirkiyê bûn, bi hezaran jî ji bo derdûra Hewlêrê hatine veguhastin û li Cêjnîkan û Beherkê hatine dorpêçlkirin.

Xelkê camêrê Hewlêrê, xelkê Cêjnîkan û Beherkê, xelkê wê deverê bi giştî, helwesteke mirovatî û kurdistanî yê mezin nîşan dan û bi hemû îmkanên xwe alîkariya wan kirin û ew bêxwedî nehiştin. Ev camêriya wan rûpelek gelel ciwan yê dîroka Kurdistanê ye û tu carî nayê jibîrkirin. Ew helwest ji bo heta hetayê bi qedir û şanazî dimîne.

Di vê bîrhatinê de, em careke din ji vir rêz û silavan ji bo xelkê Hewlêrê, Cêjnîkan, Beherkê û dewirûberên wan dişînin, herwesa ji bo penaberên kurd li Ewropa jî dişînin ku wê demê deng û hawara enfalkiriyan ji hemû cîhanê re gihand.

Di wê tawana hovane de bi hezaran ji wan şehîd bûn û termên wan nehatine dîtin. Heta niha jî 21 termên wan şehîdan ku di gorekê bi kom de hatine dîtin li Hewlêrê ne, hêşta rêkarên pizîşkî û yasaya ji bo naskirina wan bidawî nehatine. Daxwazê ji aliyên peywendîdar û kesûkarên enfalkiriyan dikin ku bi hev re hevkariyê bikin û testa xûnê (DNA) encam bidin da ku ew terim bên nasîn û bi qedir û qîmet di merasimekê de ji bo Badînan bên veguhastin û bên veşartin. Îro jî ligel vê merasimê, dê termên 13 enfalkiriyan ji xelkê Badînan ku di goreke bikom de hatibûn dîtin, bên veşartin.

Amadebûyên hêja

Her ji girtin, kuştin û derbiderkirina xûşk û birayên me yên feylî, heta digehe enfalkirina barzaniyan, kîmiyabarana Helençe û enfalên Germiyan û Xoşnawetî û Badînan, heta dighe jênosîdkirina xûşk û birayên me yên êzdî û kuştin û derbiderkirina hemû pêkhatên olî û neteweyî yên xelkê Kurdistanê, hemû ev karesate berhema yek hizr û eqilyetê ne, wê eqilyeta ku nikare pêkvejiyan, lêbihurîn û pirengiya ol û neteweyî qebûl bike. Lê bi xweragirî û berxwedana xelkê Kurdistanê, bi mêrxasiya pêşmergeyê Kurdistanê, bi hemû pêkhateyên xwe yên olî û neteweyî ve, Kurdistan her dê bimîne û gelê Kurdistanê jî dê berdewam be li ser jiyana xwe.

Hemû ew zilm û zordarî û hemû ew çek û êrîşên ku dijmina anîm ser vî welatî, nekarîn gelê Kurdistanê û pêkvejiyanê, gelê Kurdistanê û pirengiya olî û neteweyî têk bidin. Gelê Kurdistanê ma xweragir û ji hemûyan re piştrast kir ku gelekî aşitîxwaz e, jiyanxwaz e û mirovdost e. ji hemûyan re piştrast kir ku tu hêz û çek û zordarî nikare me û aşitîxwaziyê, me û pêkvejiyanê ji hev cuda bike.

Badînana xweştivî, Badînana rengîn, warê pêkvejiyanê û aramiyê, Badînana pêgiriyê bi yasa û berjewendiyên balayên gelê me, keleha bergirî û xweragiriyê, Badînana her dem derî û dilê wê vekerî ji bo her mirovekî ku qesta wê bike, ciyê mêrxas û şehîdan, baştirîn mînaka pêkvejiyan, jiyanxwaziyî û aşitîxwaziya gelê Kurdistanê ye.

Yekê îlonê (roja aşityê ya cîhanî) di demekê de ku em karesat û tawanên dijî mirovatiyê li hember gelê Kurdistanê, di demekê de ku em jênosîdkirina miletekî bi bîr tînin, em careke din peyama aşitî û pêkvejiyanê ji bo cîhanê dişînin. Em miletekî aşitîxwaz in, em dixwaz in li ser axa xwe azad û bi aşitî bi hev e bijîn.

Di roja cîhanî ya aşitiyê de, em hemûyan piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê weke hertim dê bimîne ciyê pêkvejiyan û aşitiyê û peyama hikûmetê û ya malbatên qurbaniyan û ya hemû xelkê Kurdistanê jî eve ku pêkvejiyana me li Kurdistanê dê berdewam be.

Her di vê minasibetê û bîrhatinê de ez daxwazê ji hikûmeta Iraq dikim ku hemû erk û wezîfeyên xwe yên destûrî, yasayî û exlaqî li hember malbatên û qurbaniyên enfalan bi cî bike û ji aliyê madî û manawî ve wan qerebo bike. Parlamento û hikûmeta Iraqê divê pêgiriyê bi biryara Dadgeha Bilinda Tawanan a Iraqê bikin ku enfal weke jênosîd, tawana dijî mirovatiyê û tawana cengê, nas kiriye. Ev biryara dadgehê û madeya 132 ji destûra Iraqê, hikûmeta Iraqê neçar dike ku qereboya deverên enfalkirî bike, herwesa divê jiyana malbat û kesûkarên qurbaniyan dabîn bike, lê heta niha Iraqê biryara dadgehê û madeya destûrî ji bo Herêma Kurdistanê bi cî nekiriye.

Hikûmet û parlamentoya Iraqê divê bi cidî xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin, milê xwe bidin ber û wereboya madî û manawî ya kesûkar û qurbaniyan bikin, herwesa, divê ev pirs, beşek ji daxwazên sereke bin ji danûstandinên Herêma Kurdistanê bi hikûmeta Iraqê re ji bo avakirian hikûmeta nû ya Iraqê û yek ji erkê pêşîn yê parlamenterên Kurdistanê li parlamnetoya nû ya Iraqê be.

Kesûkarên hêja yên enfalkiriyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek bi başî haydarî rewşa we ye û xizmetkirina we yek ji karên pêşîne yên hikûmetê ye. Danana wezaretekê bi navê wezareta karûbarên şehîd û enfalkiriyan, giringîdana hikûmetê ye bi rewş û jiyan û paşeroja van ezîzan e. Heta niha hikûmetî çi ji destê wê hatiye, texsîrî nekiriye, lê em baş dizanin hêşta gelek xizmet maye ku divê ji bo we bê kirin û ya ku heta niha hatiye kirin, gelek ji wê kêmtire ya ku me divê ji we re bikin, hûn hêjayî hemû xizmetkirnekê ne û lazime bê kirin.

Min divê we piştrast bikim ku çi ji destê hikûmeta Herêma Kurdistanê bê, dê di xizmeta we de be, digel hikûmeta Iraqê jî dê bi berdewamî bixebitin ku hûn bên qerebokirin. Piştî biriyara parlamentoya Iraq ku maf û şayîsteyên kesûkarên enfalkirî û şehîdan digel yên Iraqê weke yek bikin, komîteyek ji Civata Wezîran ya Herêma Kurdistanê hatiye pêkanîn da ku digel Bexdayê danûstandina bike. Em hêvîdar in bi hev re bigehin encameke baş.

Li ser asta navdewletî jî divê karekî baştir bê kirin ku enfal û kêmiyabaran û girtin û bêserûşûnkirina bi sed hezaran hevwelatiyên Kurdistanê weke jênosîda bê naskirin. Digel dosyeya jênosîdakirina xûşk û birayên me yên êzdî, hikûmeta Herêma Kurdistanê dê berdewam be û dê hemû xebatên xwe bike ku dadgehên navdewletî van dosyeyan weke jênosîd nas bikin daku rê li pêşiya dubarebûna karesatên bi vê awayî li dijî miletê me bê girtin.

Amadebûyên hêja
Xelkê xweragirê Badînan

Ez hindek caran dibihîzim ku dibêjin Duhok yan jî Badînan ya hatiye îhmalkirin û piştguhxistin, Duhok û Badînan hertim senger û çeperekê asê bûne li hember dijminan û dê hertim ew senger bimîne ya ku em pişta xwe pê rast dikin. Ez we piştras dikim ku Duhok û Badînan hertim di dilê me de ne. Ez we piştrast dikim ku rojên nexweş û dijwar derbas bûn û rojên geş li hêviya me ne, tu cara helwestên we yên rojên dijwar ji bîra ma naçe, xebat û xweragiriya we û ya hemû bajarên din yên Kurdistanê rê li paşerojeke geş û zelal ji miletê me re vedikin.

Em van rojan di demekê nazik û hesas de dijîn, yekrêzî û yekgirtina me tekane kilîta deriyê paşerojeke geş û serbilidn e, me dozeke rewa heye, em ji bo hemû egeran amade ne û ka çawa em berê serkeftin, îro jî dê em serkevin, em ji aşitî û diyalogê hez dikin û em vê rê ji hemû rên din baştir dibînin ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Kurdistanê. Lê di heman demê de am amade ne berevaniyê li destkeftiyên xwe bikin, em bi hev re bihêz in û dê her bi hev re li Kurdistanê bimîn in.

Di dawiyê de silav û rêz ji bo canê paqij ê şehîdan, şehîdên enfalan û hemû şehîdên ji bona bergirîkirina li Kurdistanê û li ser axa Kurdistanê canê xwe kirye qurbanî.

Hûn hemû bi xêr hatin
Gelek sipas

01.09.2018”

727