ENKSê revandina du endamên xwe ji aliyê PYDê ve şermezar dike
Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê girtina du endamên xwe li ser destê çekdarên PYDê şermezar kir, û diyar kir ku tiştê ku PYDê li Kurdistana Sûriyê kir rêjîma Sûriyê nkarîbû bike.
Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê di daxuyaniyekê de ragehand ku mîlîsên bi ser PYDê ve mala Ferhan Mer'î serkirdeyê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê li Rimêlan duh dûrpêç kir.
Daxuyaniya navburî eşkere kir, ku mîlîsên PYDê du endamên Partiya Yekîtî ya Kurd yên bi navê Salih Mer'î û Erefat Ebdo dema ku ji mala Ferhan Mer'î vedgeriyan girtin û beriv cihekî nediyar ve birin .
Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê van kiryaran şermezar dike û tekez dike ji cemawerê xwe re, ku ev karên ne berpirsiyar wê venagerîne ji rêya pirojeya Neteweyî Kurdî li Kurdistana Sûriyê .
Herweha ENKSê bang li hêzên Kurdistanî , Navdewletî , rêxistinên Mirovî û Navdewletî kir, ku van kiryarên berovajiyê hemû yasayên Navdewletî re rawestînin.
Her dem û demekê çekdarên PYDê hejmarek endam, serkirde û cemawerên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê digrin û beriv cihekî nedyar ve dibin tevî ku hîn hejmarek girtiyên ENKSê di zindanên PYDê de ne û çarenivîsa wan ne diyare.
691
