Çima Bexdadî di vê demê de derket ?

Çima Bexdadî di vê demê de derket ?

Apr 30 2019

ARK NEWS .. Duh Duşemê 29ê Nîsana 2019an rûpeleke bi navê Furqan ser bi DAIŞa teror ve perçevîdiyek ya berpirsê rêxistina DAIŞa teror Ebû Bekir bexdadî belav kir.

Tê de bi hin terorîstan re bi çekên xwe, bi kincên xwe yên serdema berê û bi heman şêwe û aweyê rêxistinê diyar dibin.

Ebû Bekir Bexdadî tê naskirin yekem derketina wî di sala 2014an de bû dema ku bajarê Mûsilê dagîr kir û deshelatdariya rêxistina xwe sepand .
Piştî 5 salan careke din derket û soza tolhildana da .

Piştî belavbûna wê perçevîdiyoyê Emerîka soza jinavbirina serkirdeyên ji heman rêxistina teror da û ew yek ji aliyê berdevkê bi navê wezareta derve ya Emerîka belav bû û got Hevpeymaniya Nevdewletî ya li dijî DAIŞê dê şerê rêxistina teror li derdora cîhanê bike da ku jinavbirina wan bibe gerantî her serkirdeyekî di nav wan de dê were dadgehkirin.

Ji aliyê xwe ve Şirovekarên Emerîkî dane zanîn ku ew dê li wê perçevîdyoyî vegerin û rastiya wê zaninbin û eşkere bikin .

Nediyarbûna cihê Bexdadî bi taybet piştî neman DAIŞê li Sûriyê û şikandina hejmûna wê li Iraqê û diyarbûna wî di vê demê de gelek pirsan tîna holê û metirsiyekî ji jidayîkbûna mejiyek tundrew diafirîne .

Çavdêr dibînin eger sêxûriya Cihanê nexasim Mosad û C I A û hin sêxûriyên bi hêz bixwazin dikarin di roj û şevekê de Dexdadî biçav bikin û dawî bi rêxistinê bînin lê diyar e berjewendiya wan dibe rêgir ji pilan û nexşeyên wan re lewma derketina Baxdadî di vê demê de gelek name û peyaman dişîne û bersiv dê roj û salên bê li xwe bigire .

Ş.E

626