Fermandarekî opozisyonê banga yekbûnê bi Kurdan re dike

Fermandarekî opozisyonê banga yekbûnê bi Kurdan re dike

Sep 09 2019

ARK NEWS .. Hevdemê girûpên çekdar yên ser bi opozisyona Sûriyê xwe ji bo şerekî pêşbînîkirin, li aliyê din ji Rojavayê Kurdistanê ku her dem Turkiyê gefan dide amede kirine, fermandarekî leşkerî di opozosyona Sûriyê de, banga yekbûnê bi Kurdan re kir, da ku li hember rêjîma Esed rawestin, û rêjîma wî hilweşînin.

Serokê Nivîsgeha Siyasî di Lîweya Mûtesem de, Mustefa Sêcerî di rêya du tiwîtan de bangek ji Kurdan re şand. Sêcirî di tiwîteke xwe de weha got : "Destê me li pêş birayên Kurd li Rojhilatê Feratê vekirî ne, berjewendiya niştîmanî Sûrî li ser her tiştekî re ye, siba aliyên derve dê li hevdu bikin, û kînên hundir dê bibînin. Me kar bi mebesta peywendî û hevkarî û dîtin li ser pirojeya Sûriyaya welat kir, lê me tu destpêşxerî ji bera û hevparên di dîrok û çarenivîs û welat de, nedît ".

Sêcerî di tiwîteke din li ser torên civakî Tiwîterê da diyarkirin ku: " Eger hêzên me li Bakur bi birayên me yên li Rojhilata Fertê bibin yek, û sûdê ji hevpeymanên Turkî û Emerîkî bibînin, di wê demê de em dê Esed û xwena wî di manê de ji nav bibin, û dê bibe derfetek ji derxitina Rûsiya û Îranê , û dest bi Sûriyayeke giranbuha bi bê terorîstan, Sûriyayeke bi hemû pêkhateyên xwe, Sûriyayeke Azad, Bihêz, û Demoqrat, bikin" .

Banga Sêcerî wekû yekem banga ji opozisyonê derdikev, ku di heman demê de yekem dewriyên hevbeş di 8ê Îlona 2019, navera Turkiyê û Emerîka de, li nav xaka Rojavayê Kurdistanê bi rê ve çûn .

Ş.E

434