3 hezar û 789 kesan di sala 2022yan di rêya koçberiyê de jiyana xwe ji dest dane

3 hezar û 789 kesan di sala 2022yan di rêya koçberiyê de jiyana xwe ji dest dane

Jun 16 2023

ARK NEWS... Rêxistina Koçberiyê ya navdewletî di raporteke xwe de amarên qurbaniyên rêya koçberiyê di sala 2022yan de belv kirin.

Li gorî raporta rêxistinê 3 hezar û 789 kesan di sala 2022yan de ku piraniya wan ji Rojhilat Navîn û Efrîqiya ne li ser rêya koçberyî canên xwe ji dest dan.

Rîxistinê diyar kir ku ev bilindtirîn amare ji sala 2017 ve hatiye tomarkirin, ku wê salê 4255 kes canên xwe di rêya koçberiyê de ji dest dan.

Raportê diyar kir 203 rewşên mirinê li ser rêyên bejayî û bi taybet li biyabana Bakurê Efrîqiya hatine tomarkirin, herwiha 825 rewşn mirinê li li ser rêyên bejayî li Rojhilata Navîn hatine tomarkirin.

Li gorî raportê 117 rewşên mirinê li Lîbiya, li Cezaîr 54, Mexrib 13, Tûnis 10 û Misir 9.

Rêxistinê diyar kir jî, ji ber nebûna datayên fermî eger heye hejmara kesên ku li ser rêyên koçberiyê canên xwe ji dest dane ji amarên ku hatin tomarkirin bilindtir be.



Di meha Nîsana borî de, komîsarê bilind yê mafên microvan di Neteweyên Yekbûyî de Folker Tork dilgiraniya xwe di derbarê rewşa ne aram ya penexwaz û koçberan yên hel didin deryaya sipî bi qaçaxî derbaskin da nîşan.

Û banga zêdekirina hewlan bo rizgarkirina koçberan kir, bi rêya dîtina çareseriyeke bi rûmet û giştgir ku cihekê aram bû wan peyda bike.

248