ENKSê êrîşên li ser Idlibê şermezar kir

ENKSê êrîşên li ser Idlibê şermezar kir

Aug 31 2019

ARK NEWS .. Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, duh 30î Tebaxa 2019an, daxuyaniyeke şermezariyê derbarê Idlibê belav kir .

Di daxuyaniya ENKSê de hatiye : Ji beriya çend hefteyan ve, rêjîm û hevalbendên wê di armanckirina herêmên nişteciyê li Idlibê û derora wê, û Bakurê Hemayê de berdewam e, û bi hilmetên leşkerî bi buhaneyên rûbirûbûna terorê li pêş çavên Civaka Navdewletî radibin.

Ew yek dihêle ku kerasetên mirovî li ser êş û azaran zêde bibe. Di encama wan operasyonên leşkerî de, hijmarek mezin ji sivîlan, rojane dikevin, û bi dehê hezaran derbider dibin .

Daxuyaniya Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê herwiha hatiye : ENKSê armanckirina sivîlan bi çi şêweyî be, şermezar dike, û bang li Civaka Navdewletî, û welatên girêdayî bi kirîza Sûriyê dike, ku wan girûpên çekdar, yên ku li ser lîsta terorê hatine tomarkirin neçar bike, da ku ji herêmên nişteciyê derkevin, herwiha fişar û guvajê li ser rêjîmê bikin, da ku yekser êrîşên xwe li ser wan herêman rawestînin, û derfetê ji derbider, û koçbekiriyên neçar re vekin, da ku bi aramî vegerin ser mal û milkên xwe .

Ş.E



464