PYDê 4 derbiderên Efrînê radestî rêjîmê kir

PYDê 4 derbiderên Efrînê radestî rêjîmê kir

Aug 22 2019

ARK NEWS .. Piştî belavbûna nûçeya dibêje li bajarokê Nubil yê Bakurê Helebê, çekdarên rêjîmê 4 derbiderên Efrîna Rojavayê Kurdistanê revandin, li hember serbestberdana wan banga, 4000 dolarên Emerîkî kiriye ,rêxistineke mafê mirovan da zanîn ku çekdarên PYDê ew 4 derbiderên Efrînî revandine, û radestî rêjîmê kirine.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê di raporteke xwe di 20î Tebaxa 2019an de ragihand : Her yek ji Xilûsî Mihemed ji navçeya Raco, Ebdulrehman Receb Şewaq ji gundê Hememê yê Cindirêsê, Ezo Xalid Reşîd ji navçeya Mabeta, û Mihemed Ehmed Xelîl ji navçeya Şiyê ji beriya du heyvan revandine û radestî rêjîmê kirine .

Derdarê sedeman rêxistinê da zanîn: Her çar welatî li hember biryara leşkerkirina PYDê ji zarokên wan re rawestiyan, û banga vegerandina zarokên xwe kir. Ji bilî wê yekê hizir dikirin ku berê xwe bidin herdu bajarokên Nubil û Zahrayê, da ku vegerin ser mal û milkên xwe.

Rêxistinê herwiha da zanîn : Piştî ku çekdarên PYDê zarokên wan vegerandin, ew her çar welatiyên navbûrî revandin, û radestî çekdarîn ewlekariya rêjîma Sûriyê kir, ku di despêkê de ji bo şaxê ewlekariya leşkerî hatin radestkirin, piştre ji bo ewlekariya siyasî ya Helebê hatin veguhestin .

Rêxistina navbûrî tekez kir : Nûçe bi şêweyekî berûvajî hatin belavkirin ku ew welatî ji aliyê çekdarên şîyî ve hatin revandin, da ku xwe ji mijara wan bison.
Derdarê rewşa kampên derdiderên Efrînê jêderê anî ziman : Ji ber têkçûna rewşê, û berbelavbûna nexweşiyan di nava zarokan, hilmetên revandina ciwanan, û vekirina xulên çespandina hizir û ramanên xwe di seriyê wan ciwanan de, herwiha çandina mayînan, derbidrên Efrînê bi çi awayî be hewil didin vegerin Efrînê, yan berê xwe bidin bajarê Helebê .

Ş.E

498