UNICEF kuştina 3 zarokan li Efrînê şermezar kir

UNICEF kuştina 3 zarokan li Efrînê şermezar kir

Jul 13 2019

ARK NEWS .. Rêxistina Yûnîsêv ya cîhanî xemgînî û şoka xwe derbarê jiyanjidestana sê zarokan di teqîna Pênşemê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê rûdaye derbirand, û daxuyaniyek derbarê armanckirina zarokan di şerê Sûriyê de belav kir tê de Birêveberê Navnetewî ya rêxistênê di Rojhilata Vavîn û Bakurê Efrîqayê Xeyret Kalabarî got r :

Kuştina zarokan binpêkirineke metirsîdar ji mafê zarokan re ye, û kujer dê werin dadgehkirin. Navbûrî herwiha got ku di çarçoveya 8 salên şerê Sûriyê ziyandîtiyên herî zêde zarokan in, û wan zarokan buhayê herî mezin û bilind dane .

Teqîna Efrînê ya ku di 11 Tîrmeha 2019an de çêbûye, bi dehan welatiyên sivîl ji Kurdên resen û erebên ku hatine bicîkirin bûne qurbanî û jiyana xwe ji dest dan, û bi dehan birîndar bûn.

Teqîn, Odeya Hêrsa Zeytûnê ya ser bi PYDê ve li xwe girt, di heman demê de girûpên çekdar ragihand ku tawanbarê bi teqînê rabûye desteser kirine ew jî bi navê Mihemed Mûs e, ku bi xwe ereb e ji bajarê Munbicê ye, û tu têkilya xwe bi PYDê re tune ye.

Teqîna terorî ya li ser rêya Turindê bi taybetî ku di heman rojê de teqîn li Hesekê û Qamişlo jî rûdabûn, ji aliyên Kurdî û erebî ve hatine şermezarkirin. Li ser sata Herêma Kurdistanê her yek ji serok Mesûd Barzanî û serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî bi tundî her sê teqîn şermezar kirin . Herwiha Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, û hin aliyên Kurdî û Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê teqînên Pênşemê pirotusto kirin .

Li Efrînê ji dema kontirolkirina Turkiyê û girûpên çekdar, bi dehan teqîn rûdane, piraniya wan teqînan taxên sivîlan û rêyên sereke û bazarên bajêr hatine armanckirin, û ziyanên madî û canî hatine tomarkirin .

Ş.E

392