Doza min li Kurdistanê ye، ne li Filistînê ye( 2 )

Doza min li Kurdistanê ye، ne li Filistînê ye( 2 )

May 12 2021

Doza min li Kurdistanê ye , ne li Filistînê ye( 2 )

Mahir Hesen

Pîvanên ewlehiyê yên Israîlê rojane di meydanê de zêde dibin, bi teybetî ya vê dawiyê di êrişên rasterast derbasî hewş û navendên Mizgefta Al-Aqsa bû, lê êrîşên ên dubare yên li ser Israîl ji aliyê çekdarên ereban ve, ku jinan jî dikin nav de, da bibe sedema geşkirina pevçûnên rûbirûbûn, û bi rengê tolhildanê li ser medyaya cîhanî bibe tu kes amajê bi vê yekê nake.

Rastî ev e ku binpêkirinên weha dê bibe sedema krîzan û bandorê li aştî û ewlehiya israîl bike, û ji vê helwestê ve hin ji me kurdan piştgiriya çekdarên filistîniya dikin û bi nerîneke tengasî di bêjin encama van kiryarên Israîlî nayê qebûl kirin û tekez dikin li ser torên çivakî ku divê Israîl rêzdar be û hemî peywirên xwe yên têkildar li gorî qanûna navneteweyî bicîh bînin.

Binpêkirinên berfereh ên Erebên filistîn li deverên Israîl bê sînor in, hilweşandina mal û avahiyên Israîl , û avakirina sîstematîkî ya kîn û zikreşî ku bibe wargeha xebata filistîniya , û her weha dorpêçkirina wê ya bêdada , û astengkirina hewldanên nûavakirin û başbûnê , lê hêjaya gotinê ku gelek hewlin bi ber aştiyê ve hatine imza kirin di nav bera israîl û filistîn ê de.

Kurd çima vê yek piştguh dixin , belê , ez ê ji bo xwîneran bi parve bikim : Ev pirsgirêk di mijara bingehîn de ku ji hêla dewletên zilhêv ve, bi serokatiya Amerîkî hat dabeş kirin û li ser aşitê Israîl û Filistîniya guftûgo kirin , çi ser destê Serokê Misrê Anwar Sadat ku Peymana Camp David û piştra Peymana Oslo di navbera Rêxistinên çekdar yên Filistînê bi serokatiya Yasser Arafat û Serokwezîrê Israîlî yê hatî terror kirin ishaq de , dûv re peymana Wadi Araba di navbera Urdun û Israîl de, lihevkirina bi rejimên -Ereb re li kendavê. Ev çend mînakên eşkere di navbera Ereb û Israîl de ne , ku dibînin ku aştî di ronahiya bêhevsengiya hez ê de navbera Ereb û cihuyan de çareseriyê tîne, lê dîsa kurd tu sûdê ji wernagirin.

Gotara xwe berdewam bikim di beşê sisiyan de

420