Balafirên Israîlê êrîşeke asmanî li ser baregehekê li parêzgeha Hemayê yê Sûriyê encam da .

Balafirên Israîlê êrîşeke asmanî li ser baregehekê li parêzgeha Hemayê yê Sûriyê encam da .

Jul 23 2018

Li gor ajansa fermî ya rêjîma Sûriyê ku balafirên Israîlê şeva Yekşemê 21\7\2018 êrîşî baregehekê li bajarê Misyaf yê bakurê Hemayê kir ku di encam de kuştî û birîndar ketin .

Ji aliyê xwe ve jêderên opozisyona Sûriyê ragihandin ku di encama êrîşa asmanî ya balafirên Israîlê ser Misyafê hijmarek ji çekdarên Hizbullah û milîsên Îranê navbera kuştî û birîndar ketin.

Lê ew yek ango nûçeya kuştina çekdarên Îranî û Hizbullah ji aliyê mîdyayên ser bi rêjîmê ve hate redkirin û got ziyanên wê êrîşê bi tenê madî bûn.

Li got jêderan ku balafirên Israîlê bi çar mûşekan êrîşî baregehan li parêzgeha Hemayê kirin û mîdyayên rêjîma Esed tekez kir ku Sê mûşek beriya ku li armancên xwe bikevin xistin xwar û nehiştin bigehînin armancên xwe .

Û ew êrîş li ser asmana Lubnanê hatin pêkanîn û bi taybet li devera Hirmil .

Li aliyekî din Rewangeha Sûrî ya Mafê mirovan ragihand ku teqînên bi hêz bajarê Misyaf yê Hemayê hejand û eger heye ku di encama bombebaranekê ji aliyê balafirên Israîlî hatibe encamdan.

Di heman demê de Rewangeha Sûrî tekez kir ku Israîl bi 10 mûşekan kargeha berevaniya leşkerî li Misyaf armanc kir di encamde kuştî û birîndar ketin.


1361