Efrîn.. Xwepêşandan li dijî kiryarên girûpên çekdar li Cindirêsê

Efrîn.. Xwepêşandan li dijî kiryarên girûpên çekdar li Cindirêsê

Jul 21 2018

Welatiyên navçeya Cindirêsê ya ser bi bajarê Efrînê ve ku piraniya wan jin bûn xwepêşandanek li dijî kiryar û binpêkirinên girûpên çekdar li dar xistin.

Li gor çalakvanan ku duh roja Înê20/7/2018an welatiyên Cindirêsê bi xwepêşandanekê li dijî kiryarên çekdar ên li Cindirêsê rabûn da ku girtiyên ku ji aliyê wan girûpan we hatine girtin werin berdan.

Beriya demekê girûpên çekdar hilmetek girtinê li navenda Cindirêsê rabibûn di wê helmetê de jin û zarok rastî lêdan û binpêkirinê hatibûn .

766