Efrîn.. Mamoste û karmendên Kurd ji kar têne dûrxistin

Efrîn.. Mamoste û karmendên Kurd ji kar têne dûrxistin

Jul 16 2019

ARK NEWS .. Tevî derbasbûna bêtir ji salek û 4 heyvan ji desteserkirina Turkiyê û girûpên ji Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê re, lê hîn jî hilmeta girtin û revandina ciwanên Kurd bi bihaneya têkilî û pewyendî bi PYDê re berdewam e .

Di vê dema dawiyê de edî karmendên Kurd ji karên wan bi bihaneya ku di dema PYDê kar di dezgehan de dikir ji kar têne dûrxistin .

Mamosteyekî Kurd nexwest navê wî were eşkerekirin ji Dezgeha ARKê re ragihand ku niha biryara jikardûrxistinê di derheqê welatiyên ku leşkeriya neçar ji PYDê re kirine, û di dezgehên wan de xebitîne hatiye der . Wî mamosteyî herwiha da zanîn ku tevî piraniya karmendan rewşa xwe çareser kirine yan wek bi teswiya tê zanîn û pere dane û hatine zîndankirin, lê dîsa biryara dûrxistina ji kar derheqê wan de derketiye .

Ji aliyê xwe ve Rêxistina Mafê Mirovan di raporteke xwe de da zanîn ku Desteya Perwerdeyê ya ser bi Encûmena Xwecihî ya navçeya Cindirêsê biryara jikardûrxistina 5 mamosteyan bi bihaneya PYDê derxistiye. 4 kurd in û yek jî ereb e lê piştî biryarê dîsa mamosteyê ereb yê bi navê Xidir El Mehmûd vegerandin kar, û bû Cigirê Rêveberê Desteya Perwerdeyê li Cindirêsê .
Lo gor heman jêderê navê momsteyên Kurd ev in : Şiyar Mihemed, Yûsif Henan, Dilşêr, Mehmûd Şêx Nasan .

Li herêma Çiyayê Kurmênc di dema deshelatdariya PYDê bi hezaran xort û keçên Kurd bi neçarî tevlî wan bûn, herwiha beşek ji welatiyan ji bo dabînkirina debara jiyana xwe tevlî dezgehan bûn, lê dema Turkiyê û çekdar herêm desteser kirine, ji wê rojê ve ta niha bi bihaneya têkîlê û kar bi PYDê re welatî têne revandin.

Herdem banga siyasetmedaran ew e ku divê lêbûrîneke giştî were der da ku welatiyên derbider jî vegerin ser mal û milkên xwe û hilmet were rawestandin .

Ş.E

263