Penaberekî Sûrî li Lubnanê bi keviran hate kuştin

Penaberekî Sûrî li Lubnanê bi keviran hate kuştin

Jan 21 2020

ARK NEWS ... Penaberekî Sûrî li Lubnanê bi keviran ji aliyê du kesan ve hate kuştin, bê ku tawanbar werin naskirin û sedemên tawanê eşkere bibin.

Malpereke Sûrî belav kir ku penaberê bi navê Ebdulrehman Ekarî yê Sî salî, bi keviran ji aliyê du kesan ve, li kolana Naimê li navçeya Elşof hate kuştin.

Heman malperê da zanîn ku, ta niha sedemên tawanê nehatine diyarkirin, û tawanbar nehatine eşkerekirin.

Penaberê Sûrî xêzandar bû, û bavê Sê zarokan e, li kolana Naimê karê firotina avê dikir.

Ş.E

748