li Hirêtanê bombeyek teqiya, 5 zarok birîndar bûn

li Hirêtanê bombeyek teqiya, 5 zarok birîndar bûn

Jan 11 2020

ARK NEWS .. Li gundewarê Helebê di encama teqîna bombeyeke çandî de, hijmarek zarok birîndar bûn.

Tîma Berevaniya Sivîl ragihand ku, li bajarokê Hirîtan li gundewaê Helebê dema ku 5 zarok di nava zeviyekê de bûn, bombeyeke çandî bi wan de teqiya, di encamê de 5 zarok birîndar bûn. Heman jêderê da zanîn ku jiyana yek ji wan zarokan di metirsiyê de ye .

Beriya çend rojan, bi heman şêweyê, di encama teqîna bombeyekê de li bajarokê Heyan welatiyek sivîl jiyana xwe ji dest da .

403