
Partiya Elbe's çalakiyên xwe li Qamişlo berfirehtir dike
Partiya Elbe's ya Rêjîma Esed çalakiyên xwe li nava bajarê Qamişlo û Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê berifrehtir dike.
Duh li bajarê Qamişlo û bi amadebûna emîndarê şaxê Hesekê yê Partiya Elbe's Tirkî Hesen û berprisine Rêjîmê û yên Partiya Elbe's ahingek ji bo hejmarek endamên şaxê Qamişlo yê Partiya Elbe's hat lidarxistin û tê de wêneya serokê Rêjîmê Beşar Elesed û bavê wî Hafiz Elesed û alên Rîjîm û yên Partiya Elbe's hatin bilindikirin.
Lidarxistina çalakiya navborî berdewamiya wê yekê tê ku berpirsên Rêjîmê û yên Partiya Elbe's di seredanên xwe de ji bo bajarê Qamişlo û Hesekê berdewam in herweha Partya Elbe's jî di çalakî û lidarxistina kongirên şaxên xwe de ji Dêrik ta Hesekê berdewam e, û hevdemî wê yekê tê ku PYDê dibêje ku tu çalakî bê moleta wê nayên lidarxistin.
421