Salvegera şehîdbûna 6 pêşmergeyên Leşkerê Roj

Salvegera şehîdbûna 6 pêşmergeyên Leşkerê Roj

Nov 11 2023

Di 12ê Mijdarê de, bîranîna salvegera hejmarek ji pakrewanên Pêşmergeyên Leşkerê Roj e, 2 sala 2015an di şerê DAIŞê de şehîd bûn, û 4 jî dema ji erkê xwe vedigeriyan, rastî rûdana hatûçûnê hatin û şehîd bûn.

Di 12 Mijdara sala 2015an li gundê Kolat yê Şengalê, di rûbirûbûna rêxistina DAIŞê de, pêşmerge Mehmûd Mesûm kurê bajarê Qamişlo, û Ehmed Bozan Qiço kurê bajarê Amûdê, canê xwe kirin qurbaniya axa welêt û şhîd bûn.

Di heman rêkeftê ji sala 2016an de, li Bendava Mûsilê, dema 4 ji pêşmergeyan ji erkê xwe vedigeriyan rastî rûdaneke hatûçûnê hatin û şehîd bûn:
Sîpan Yûsif Mehmûd Sîno ku efser û bi pileya
Pile: Mulazim yek
Jidayîkbûn: Dirbêsiyê

Mewlûd Riyad Ehmed
Pile: Pêşmerge
Jidayîkbûn: Tirbespiyê

Etûf Tahir Omer
Pile: Pêşmerge
Jidayîkbûn: Girkê Legê

Kamîran Selaheldîn Hiso
Pile: Pêşmerge
Jidayîkbûn: Qamişlo

Hêzên Pêşmergeyên Roj, hêzeke leşkerî ye, li Herêma Kurdistanê rahênana xwe dibînin, ji xort û keçên Rojavayê Kurdistanê pêk tê, û di şerê DAIŞê û berevanîkirin di ber xaka Kurdistanê, beşdar kir, û destan tomar kirin û bi dehan şehîd dane.



206