Teqînek li Efrînê rûda (VÎDIYO)

Jun 20 2019

ARK NEWS .. Îro Pênşemê 20î Hizêrana 2019an, danê sibê li navenda bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû di encamê de ziyanên canî û madî hebûn .

Li gor jêdereke taybet nêzîk ji bûyerê ji ARKê re da zanîn : Îro danê sibê derdora demijmêr 7,50 xulekan de teqîn li taxa Rojava li kolana jêr Yarîgehê nêzîk mala Rifetê Xazyana çêbû .

Heman jêderê tekez kir ku bûyer ji derencamên teqîna otombêlê bû, di encamê de pizîşkekî Ereb ku li navçeya Raco karê xwe dike, birîndar bû.

Li gor vîdyoya ku bi destê ARKê ketiye tê de diyar dibe ku otombêla teqiyayî bi temamî şewitîye herwiha hin ziyanên din xuya dibin.

Ş.E

783