Siûd Mela banga vegerê li kurdên Rojavayê Kurdistanê dike

Jun 18 2019

ARK NEWS .. Sekreterê giştî yê Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya banga vegerê li Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir, û tekez kir ku mijara guhertina demoxrafî li Kurdistana Sûriyê dê yek ji mijarên sereke yên gotûbêjiyên civîna PDK-Sê be .

Siûd Mela Sekereterê giştî yê Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya di lêdwaneka taybet ji bo dezgeha ARKê 17ê Hizêrana 2019an ragihand : Civîna serkirdeyatiya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya ya ku di dema niha de li Hewlêrê bi rê ve diçe, civîneke asayî û normal e .

Sekreterê giştî yê Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya Herwiha da zanîn ku di civînê de rewşa Sûriyê bi giştî û ya Rojavayê Kurdistanê bi taybetî dê werin gotûbêjkirin, bi taybetî guhertina demografî ya berdewam li Rojavayê Kurdistanê .

Sûid Mela bang li tevahiya kurdên penaberên Rojavayê Kurdistanê kir ku vegerin ser zêdên xwe da ku rol û hebûna kurdan di Sûriya nû de bihêz be .

Bo latînî : Ş.E

511