Emîndariya Giştî ya ENKSê daxuyaniyek derbarê ‘Efrînê de belav kir
Emîndarîya giştî ya encûmana niştîmanya kurdî li sûryê , ENKSê, îro(27.5.2019), gotarek tûnid derbarê revandna welatyêek ‘Efrînê û kuştna wî de belav kir.
Di daxwiyaniya Emîndariya ENKSê de, hatiye, di çarçoveya berdewamiya tawan û kiryarên giropên çekdar li ‘Efrînê derheqê Milletê Kurd li herêma ‘Efrînê û mal û mulkên wan encam didin, giropek ji çekdaran roja (13.5.2019), derbarê revandina (3) welatiyên kurd ji ‘Efrînê , ew jî (Şerifidîn Sîdu , Reşîd Hemîd Xelîl û kurê wî yê zarok Mihemed Sîdu ) û daxwaza fidiyê li himber azadkirina wan, û roja (22.5.2019) termê welatiyê bi navê Reşîd Hemîd Xelîl , piştî eşkenceyek tûnid hat dîtin û ev yek jî tiris li ser çarenvîsa herdu welatiyn din zêdetir kir.
ENKSê got, tawanên mîna vê tawanê zincîra tawanên li dijî mrovahyê li ser destê giropên çekdar li ‘Efrînê û navçeya bi hisab dibin kontrola Turkiyê û hejmona wê de ye , zêde dike , û tevî hemî bangewazî û hewara Milletê Kurd lê ne Turkiyê û ne jî giropên çekdar çi giringiyê dide van bangewaziyan û çi siza û muhasbe bi van giropan re nayê kirin .
Encûmana Niştîmaniya Kurdî tawanên bi vî awayî bi tûndî şermezar dike û daxwazê ji Hevpeyimaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreşê û Opozisiyona Sûriyê dike, kiryarên wiha şermezar bike û destê xwe li ser van giropan rake û kesên têkildarî van kiryaran siza bide, û herwiha ENKSê daxwazê ji Neteweyên Yekgirtî , Civaka Navdewletî û Dewletên peywendîdar bi rewşa Sûriyê ve dike da ku çareyekê ji rewşa ‘Efrînî re bibînin û van giropên çekdar ji ‘Efrînê derxîne û rêveberiya herêma ‘Efrînê radestî xelkê ‘Efrînê kurdên resen bikin .
699
