Efrîn .. 40 cih, 5000 dar û 300 hiktar şewitîne

Efrîn .. 40 cih, 5000 dar û 300 hiktar şewitîne

May 19 2019

ARK NEWS .. Rêxistineke mafê mirovan hijmara cih û darên ku rastî şewitandinê ji destpêka derbasbûna Turkiyê û girûpên çekdar ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê re hatine eşkere kiriye û piraniya wan bi mebest hatine encamdan .

Rêxistina Mafê Mirovan di raporteke xwe de duh 18ê Gulana 2019 ragihand ku agirê 15ê/5an/2019an li Çiyayê Qaziqli li navçeya Cindirêsê ji ber neguhdan û xemsariyê vêketibû .

Derbarê hijmara cih û darên ku rastî şewtandinê hatine Rêxistina Mafê Mirovan da zanîn ku ji despêka derbasbûna Turkiyê ji bo Efrînê 40 cih hatine şewitandin di encamê de 5000 dar hatine şewitandin û 300 hiktar ji daristanan şewitîne ku piraniya wan agiran bi mebest hatibûn vêxistin .

Heman rêxistinê da diyarkirin ku ji 6ê Tîrmeha 2018an ango sala bûrî yekem agir li Geliyê Teyran yê navçeya Raco vêket ya herî dawiyê ji bilî ya 15ê mehê li navenda bajarê Efrînê li taxa Mehmûdiyê nîzîk bazara pez di 19ê /10an /2018 an vêket .

Di 15ê meha Gulanê 2019an agir bi 3ê ciyan ketibû ya herî bi ziyan li navçeya Cindirêsê li gundê Tetera bû ku ta danê sibê agir vêketîbû di heman demê de li Mabeta agir li gundê Gobek û Heyetê bi darên Çiyayê Hawarê ketibû û herwiha li navçeya Raco jî heman bûyer rûda ku bi rêya Encûmenên Xwecihî û Tîmên Berevaniya Sivîl hate vemirandin .

Herêma Efrînê herêmeke çandiniyê ye bi dar û siruşta xwe navdar e lê ji dema şer û ta niha girûpên çekdar bi her şêweyî be kar ji bo têkdana siruştê dikin û darên temenê wan bi sedê salan herêm xemilandine dişewtînin û dibirin û ji xwe re wek êzing difiroşin .

Ş.E

626