HSD 43 terorîstên DA'IŞê serbest berdan

HSD 43 terorîstên DA'IŞê serbest berdan

May 15 2019

Çekdarên Sûriyaya Dîmuqratîk ku çekdarên PYDê beşê sereke ne jê 43 terorîstên DA'IŞê ji zîndanên xwe serbest berdan.

Roja Yekşemê li gundewarê Dêrazorê çekdarên HSD 43ê girtî ji terorîstên DA'IŞê ku bi tometa endametî û hevkariya DA'IŞê hatibûn girtin bi destpêşxeriyekê li jêr navê “pêşkêşkirina niyazên pak” serbest hatin berdan.

Berya niha jî çekdarên PYDê û HSDê bihtirî 1500 terorîstên DA'IŞê serbest berdane, di wî demî de ku hîn çarenivîsa bi sedan ji welatiyên kurd ku ji aliyê DA'IŞê ve hatbûn revandin nediyar e.

Beriya niha jî Rewangeha Sûryê ya Mafên Mirovan belavkiribû ku rêjeyeke bilind ji terorîstên DA'IŞê ku serbest têne berdan tevlî çekdar û hêzên ewlekarî yên Li navçeyên jêr kontirola HSD dibin, nexasim li bajarokê Ên Îsayê.

793