Keçeke Efrînî di karekî ciyawaz de serkeftî bûye

Keçeke Efrînî di karekî ciyawaz de serkeftî bûye

May 06 2019

ARK NEWS .. Penabereke kurd di temenê xwe yê ciwan karekî ciyawaz, û balkêş bi dest xwe ve xistiye, û hêviya wê bibe stêrkek li ser asta cîhanê .

Nûr Şêx Umer, ciwaneke 19 salî ye, xelka navçeya Şiyê, ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, niha li Elmaniya dimîne, û karê fêlbaziya sînemayî ( الخدع البصرية ) di rêya mêk apê re dike, û di warê xwe de serkeftî bûye .

Nûr di gelek fîlmên Kurdî, Erebî, û Elmanî de beşdar kiriye, û mêk ap li ser rû û laşê ekteran çêkiriye .

Li gor Nûr ji ARKê re gotiye : ku ew gelek astengiyan di dabînkirina kerest, û madeyên pêwîst de dibîne, ji ber ku li Elmaniya gelekî buha ne, wekî din tu astengî nayên pêşiya wê, û dixwaze xwe bêtir pêşbixîne .

Keça Efrînî bi serbilindî ameje bi karê xwe kir : ku ew kar hilbijart ji ber ku di nav kurdan de kêm e, lewa dixwaze serê kurdan bi karê xwe rake û bilind bike .

Nûr ji 2015an bi malbata xwe re ji Sûriyê derketiye, û xwe di rêya temaşekirina filmên bi tirs, hezkirina hilbijartina karê Fêlbaziya Sînamayî di dilê wê de hate çespandin .

Hêdî hêdî navbûrî xwe di rêya çêkirina mêk apên seretayî, wek şêwekirina birînên biçûk li ser laşê mirovan, dest pê kir, ta ku xwe gihand qonaxa beşdariya di filmên cîhanî de bike .

Penabera Kurd Nûr Şêx Umer biryar e xwendina xwe berdewam bike, da ku bêtir karê xwe bi akadîmî fêr bibe û ji cîhanê re pêşkêş bike .

Ş.E

805