Efrîn.. Mûşekên hatine avêtin, tu aliyekî nexist stûyê xwe
Sep 14 2019
ARK NEWS .. Duh 13ê Îlona 2019an, li navenda bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê, du mûşek li du malên Kurdan ketin, di encamê de hijmarek birîndar bûn, ji bilî jin û ciwanan, zarok jî hebûn.
Mûşek li gor jêderên xwecihî li kolana paş dibistana Rêfiyê ket, hijmara wan du bûn. Di encama wan her du mûşekan de, hijmarek ji şêniyên bajêr, ku bêtiriya wan Kurd bûn, birîndar bûn, û para herî mezin ji ziyanê, zarokan dît.
Ta zaskirina vê nûçeyê, tu aliyekî ew teqîn li xwe negirtiye û nexistiye stûyê xwe de, lê ew bûyer piştî teqîna ku bajar li ser rêya Raco hejandiye, bi demeke kurt hat .
Ş. E
444
