Malpera Elhura lêbûrîna xwe ji Mesrûr Barzanî xwest

Malpera Elhura lêbûrîna xwe ji Mesrûr Barzanî xwest

Nov 29 2019

ARK NEWS .. Piştî belavkirina malpereke Emerîkî ji raporteke şaş li ser Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, wê malperê lêbûrîna xwe ji Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî xwest, û ew nûçe jêbir.

Malpera Elhura ya Emerîkî, di 19ê Mijdara 2019an, raporteke kovara Varîtî ya Emerîkî belav kir. Di wê raportê de behsa girêbestên xanûberan li Emerîka kir, di nav navên ku hatine diyarkirin, navê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî hebû. Li gor wê malperê, Barzanî bi dehê melyon dolar du xanî li Herêma Bîfrlî Hêlz, li Kalîforniya Emerîka kirîne.

Pîştî belavkirinê, malpera Elhura bi fermî lêbûrîna xwe ji Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî xwest, û got ku nav bi şaşîtî hatiye tomarkirin.

Heman malperê da zanîn ku kovara Varîtî navê Mesrûr Barzanî nexistiye lîsteyê, lê Elhura bi şaşîtî navê Barzanî xist nav lîsteya kesên li Kalîforniya xanî kirîne.

Malpera Elhura tekez kir ku ew raport jêbir û reş kir û lêbûrîna xwe xwest

Ş.E

428