ENKS semînarekê bi helkefta damezrandinê li dar dixe

ENKS semînarekê bi helkefta damezrandinê li dar dixe

Oct 25 2023

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê banga beşdariyê di semînareke siyasî de bi helkefta salvegera 12an ya damezrandina wê kir.

Semînar dê roja pêncşemê 26ê Cotmeha 2023yan, demjimêr çarê êvarî, li baregeha Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriyê PDK-S, li taxa rojavayî ya bajarê Qamişlo li pişt Banka Ewdê, were lidarxistin.

ENKS di 26ê Cotmeha 2011ê de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hat damezrandin, ji partiyên siyasî, kesayetiyên serbixwe û nûnerên ciwan, jin û Kurdên Êzîdî pêk tê.

214