Vîdiyo.. Welatiyekî Kobanê bi gilî ye "Ev ne mazot e ji tiştekî re bi kar nayê"

Nov 20 2023

Hevdemê ku rêveberiya PYDê, piştevaniya her yek ji deverên di bin destê rêjîma Sûriyê û oposizyona Sûriyê, bi petrolê dike, di heman demê de, li deverên bi destê wê de kirîza sotemeniyê berdewam e, û eger para welatiyan belav bike mazoteke xerab bi dest welatiyan dikeve.

Welatiyekî ji Kobanê, giliyên xwe ji xerabûna kiwalîtiya mazotê, di rêya perçevîdiyo ji ARKê re şandiye, kir ku piştî ku para xwe bi dest xwe xistiye matmayî maye û dibêje: Ev made ne maozt e, ne pêhn ya maoztê ne reng û ne jî dikare ji bo germkirinê bi kar bîne, bi tenê dikar bavêje.

Jêderên tayber ji Rojavayê Kurdistanê tekez dikin, ku kirîza mazota germkirinê, nexasim niha di werzê zivistanê de li deverê heye, û ji bêparbûnê xwe ji mazotê bi gilî û gazin in.

Ev yek di demekê de ye ku PYDê QSDê, berdewam piştevaniya rêjîm û komên çekdar yên oposiyona Sûriyê, bi sotemeniyê dikin, ku di 5 Mijdara 2023yan de Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan dîmen belav kiribû, û tekez kiribû, ku QSDê petrolê ji her du deverên hejmûna rêjîma Sûriyê û artêşa niştîmanî ya oposiyona Sûriyê dike, û bi sedan barhilgir di sireyê de ne da ku berdasî wan deveran bibin.


181