
Weke îro Mîr Celadet Bedirxan ji dayik bûye
Weke îro di 26.04.1893an de, Mîrzadekî kurdan ji dayik bû, bi xwere jî kesayetiyeke çalak û xwedî bandor û berhem derket holê, û ta weke îro jî piranya kurdan berhem û bîroke û xumava pênûsa wî bikar tînin.
Mîr Celadt Emîn 'Alî Bedirxan neviyê Bedirxaniyan, xwediyên Mîrxaneya Botan, Mîrxaneya Bedirxaniyan ku nîvdeweltek di mêjoya kurdan de ava kir, û ji ber kar û xebat û lixwedîderketin li kurdan, rastî girtin û sirgunkirin û astengiyan berdewam dihatin.
Karê destpêkî yê herî balkêş gera Mîr Celadet Bedirxan li gel Rojhlatnasê Ingilîzî Mêcer Noyîl sala 1919an di nava kurdan û hoz û êlên wan de ji bo danheva kiltûr û pêmayên kurdan bû, û ji wir çirûska bîrokeya nivîsandina bi elfabeya latînî li cem mîr Celadet Bedirxan destpê kir, nexasim ku di wî serdemî de bi elfabeya aramî dinivîsand, û nivîsandin û elfabeya Rojhilatnasê Iniglêzî bala wî kişand, û li wir biriyara nvîsandinê bi tîpên latînî da.
Sala 1922an, û li ser fermaneke Mustefa Kemal Etatork, bi dehan xebatkar û niştîmanperwerên kurd hatin sirgunkrin, piranya wan ji malbata Bedirxaniyan bû, Mîr Celadet Bedirxan jî yek ji wan kesan bû, ku sirgunî Elmaniyayê bû û li wir mafperwerî li Zanîngeha Layizbirgê ta sala 1925an xwend, û hevdemê xwendina xwe ya zanîngehê mijûlî berhevkirina elfabêyeke kurdî dibû.
Ji 1925an ta 1931ê, û ta ku nêzîktirî milet xwe û êş û azar û şoreş û tevgerên wî bibe, mîr Celadet berê xwe da welatê Misrê, û ji wir bo Lubnan, û pişt re Şam û pişt re Cizîra Rojavayê Kurdistanê , û pişt re xwe gihand şoreşa Agirî li Bakurê Kurdistanê li gel birayê xwe Mîr Kameran Bedirxan û pişt re li gel Ihsan Nûrî Başa çû Îranê û ji wir hatin Iraqê û pişt re dîsan vegeriya Şamê û li wir bicî bû.
Li Şamê mîr Celadet elfabeya xwe berhev kir, û di 15.05.1932an de û bi moleteke fermî dest bi weşana Kovara Kawarê kir û elfabeya xwe tê de belav kir, 57 hejmar ji Hawarê derxistin û pişt re jî Kovara Ronahî di sala 1942an ta sa1945an derxist.
Bi dehan nivîskar û rewşenbîrên kurd di Hawar û Ronahiyê de nivîs û berhemên xwe belav dikirin, Mîr Celadet bi xwe jî bi gelek navan di Hawar û Ronahiyê de dinivîsand, ji wan navan Sitranvan, Herekolê Azîzan, Çîrokbêj, Bilêc Şêrko, Nêrevan û Ferhengvan...hd
Mîr Celadet yek ji damezrêner û çalakên Komeleya Xuybûn bû, herweha di nava kurdên Rojavayê Kurdistanê de liv û tevger dikir û ji ber wê yekê çûn û hatin û liv û tevgera wî li Cizîra Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Frensiyan ve hatin astengkirin.
Mîr Celadet bi gelek zimanan diaxvî, kurdî, erebî, tirkî, inglîzî, frensî, elmanî, yûnanî , rosî û farsî.
Sala 1936an zewcî mîr Rewşen Bedirxan, û bûn bav û dêya Sînim Xan û Cimşîd.
Roja 15.07.1951ê dema li nava zeviyekî li gundewarê Şamê serpereştiya paleyan dikir, dîwarê bîra wî zevîyî hilweşiya, û li wir Mîr Celadet koça xwe ya dawiyê kir, û di merasîmeke giris de, li goristana taxa Kurdan li Şama paytexta Sûriyê Mîr Celadet li tenşit gora bapîrê xwe Bedirxanê Mezin bi xakê hat spartin.
1017