Pirtûka Dr.EbdulMuheymin Dêrşewî hat çapkirin

Pirtûka Dr.EbdulMuheymin Dêrşewî hat çapkirin

Apr 24 2019

Pirtûka Lêkolînerê ji Rojavayê kurdistanê Diktor 'EbdulMuheymin 'EbdulHekîm Dêrşewî ji aliyê komîteya amadekirin û wergerandina Prtûkên zanistî ve li zankoya Zaxoyê hat derxistin û biryara pêbawerî û Tevlîkirina wê pirtûkê di nav Rêbaza xwendinê de li wê zankoyê hat Standn.

'EbdulMuheymin Dêrşewî kî ye.. ?

Lêkolîner 'EbdulMuheymin 'EbdulHekîm Dêrşewî li gundê Rimêla Şêx Yê ser bi bajarê Dêrkê ve li kurdistana Sûriyê di sala 1976an de jidayik bûye.

Di sala 1999an de ji kolêja wêjeyan beşê Ciyografî li Zanîngeha Şamê Derçû, û di navbera salên 2000 û 2011 an de bawernameyên diblom Master û Diktora ji Zanîgeha Şamê kolêja perwerdeyê beşê rêbaz û rêyên Perwerdekirinê standin.

Ji sala 2012 an ve dest bi perwerdekirinê di Dibistanên navendî li Gundewarê Bajarê Şamê kiriye, piştire bûye Serperiştiyarê Yekem di Wezareta Perwerdeya Sûriyê de li Şamê , û bû endamek di komîteyeke Perwerdekirnê de li zanîngeha şamê.

Di despêka sala 2012an de berê xwe daye Herêma Kurdistanê û di Zankoya Dihokê de weku Wanebêj kar kiriye.

Di sala 2016an de berê xwe daye Tirkiya û ji hingî ve ta roja îro li bajarê Xazî Entabê dimîne.

Di çendîn zankoyên Tirkiya de karê perwerdekirinê kiriye mîna: Zankoya Başak şîr li Istenbolê ,Zankoya Xazî Entabê û herweha Zankoya Menîsota ya Emerîkî şaxê Tirkiya ., di dema niha de jî Ragr ango Emîdê Kolêja perwerdeyê ye di Zanîngeha Elzehra de li Xazî Entabê.

Diktor 'EbdulMuheymin Dêrşewî ta niha 10 lêkolînên perwerdeyî di Kovarên Zanistî navdweletî yê pispor de belavkirine.

Beşdarbûye di amadekirina Rêbazên Sûrî yê pêşxistî de ,û gelek ji wan Nirxandine.

Çendîn waneyên zansitî li ser kenalên perwerdeyî Sûrî berya şoreşê Pêşkêş kirine, Serperiştiya çendîn Nameyên Master û şîroveya wan kirye.

Di gelek kongirê zanstî navdewletê de beşdarbûye ji wan jî kongirê Navdewletî sala 2017 an ji bo perwerdekirina Penaberên Sûrî ‌.

Di vê Meha Nîsanê de ya sala 2019an Pirtûka wî ya binavê" Istratîcîyet û Şarezayên hevçerx di wane gotinê de " ji aliyê komîteya amadekirin û Wergerandina pirtûkên zanstî ve li Zankoya Zaxoyê li Herêma Kurdistanê bi herdu zimanê kurdî û Erebî hat derxistin û biryara Pêbawerî û tevlîkirina wê pirtûkê di nav Rêbaza Xwendinê de li wê Zankoyê hat standin.

Diktor 'EbdulMuheymin Dêrşewî di warê perwerdekirinê de bi giştî Dibêje : Bi perwerdekirina Zarok û Şagirtan re divê Mirov xwe jî li gel Wan perwerde bike ango xwe dûrî kar û edetên nebaş bikin da ku Nevegirê wan Zarokan , û eger em bixwazin warê perwrdeyê serast û Pêşbixin yekem gav divê ji mamoste dest pê were kirin.
N.H

597