Ji Civênên Nûr Elsultan daxuyaniyek derket

Ji Civênên Nûr Elsultan daxuyaniyek derket

Apr 26 2019

Piştî bidawîhatina civînên Astana/Nûr Elsultan derbarê Sûriyê ku duh û îro hatin lidarxistin, daxuyaniyek hevbeş ji aliyê welatên Gerentor ve derket ku ji 14 xalan pêk tê.

Di xala çaran de hatiye ku beşdarbûyan li ser rawêjkariyên xwe derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê li hev kirine herweha tekezî li ser wê yekê kirine ku ewlehî û cêgîrî bi rêya rêzgirtinê li serweriya Sûriyê û silametya xaka wê peyda dibe.

Di daxuyanyê de herweha hatiye ku beşdarbûyan behsa bilezkirina kar ji bo destpêkirina Komîteya Destûrî ya Sûriyê di nêzîktirîn dem de li gorî biriyarên kongirê Sotçî kiriye û biriyar dan ku gera bê ya civînên Astanayê di Tebaxa 2019an de were lidarxistin.

569