Encûmana Êzîdiyên Sûrî daxwaza parastina Êzîdiyê li Libinanê ji Civaka Navdewletî dike
Îro(24.4.2019), Encûmana Êzîdiyên Sûriyê derbarê kiryarên Hikûmeta Libnan ê derheqê penaberên Sûriyê de banga xwe digihînin Civaka Navdewletî.
Di banga Encûmana Êzîdyên Sûrî de hatiye, penaberên Sûriyê li Libnanê, û Eaybetî jî pêkhateya Êzîdî , tirsa wan heye ku Hikûmeta Libnanê wan bidarê zorê û neçarî vegerîne Sûriyê, bê çi garentîyeke Navdewletî û Netewey ji selametiya wan re hebe û ji aliyên Hikûmeta Sûriyê ve rastî astengiyan neyên yan her giropekî din çekdar li Sûriyê.
Encûman di banga xwe de dibêje, em baş barê giran yê ku Hikûmeta Libnanê hilgirtî piştî pêşwazîkrin li hezarên penaberên Sûriyêku ji ber girtin û eşkenceyê wkuştinê revîne, wew berpirsyarîtîya Hikûmeta Libnanê chê spasyêe ku li mlletê Sûriyêbi xwedî derketîye.
Ji xwe pêkhateya Êzîdî li Sûriyêde ya herî zêde rastî binpêkrin û eşkenceyê hatîye çi j alyê mrovî ve be û çi j alyê , rewşenbîrî û olî ve be , taybetî jî li devera 'efrînê . Malên kurdên Êzîdî li 'efrînê hatne desteserkrin wihkûmeta Sûriyêjî çi guhdan nedaye mafên îzîdyan û ji alyê cvakî û olî ve hatbûn binpêkrin.
Her dîsa encûmana îzîdên Sûriyêdi banga xwe de dbêje, bla Hikûmeta Libnanê doseya penaberên Sûriyê ji bazneyê hevkêşyên siyasî de derxe û bavêje nava danûstandinên Neteweyên Yekgirtî û Dewletên piştevanên rewşa Sûriyê û bi darê zorê û neçarî milletê Sûriyê venegerîne û herweha Encûmanê daxwaza parastina Êzîdiyên li Libinanê kir û hîvî xwest ku rewşa wan li berçav wern girtin.
Encûmana Êzîdiyan daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ku berê xwe bide binpêkirinên ku derheqê milletê 'Efrînê de tên kirin , ji dizî û talankirin , revandin, kuştin, û desteserkirina malan û terorkirina hawlatiyan û neçar kirina kurdên Êzîdî daku bidarê zorê bibin musilman.
Encûmanê da zanîn ku siyaseta destberdana van giropan li 'Efrînê siyaseta gwehertina demografî ye derheqê Milletê 'Efrînê de, windakirina nasnameya 'Efrînê ye , û ev bê dengiya Civaka Navdewletî cihê nerehetiya meye.
Di dawiya banga xwe de, Encûmana Êzîdiyên Sûriyê, daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ku li ser binpêkirinan rawestin û bang li Hikûmeta Libnanê û Dewletên Herêmî kir ku kar li ser parastina Êzîdiyên ku li ser xaka xwe ne bikin û wan neçar nekin ku rastî binpêkirin û metrisiyên werin.
1273
