Bihtirî mehekê ye Keder Cum`a windayî ye
Apr 24 2019
Bihtirî mehekê ye ciwanekî kurd xelkê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê windayî ye û çarenivîsa wî nehatiye naskirin.
Roja 24.03.2019an ve ciwanê bi navê Keder Cum'a li bajarê Qamişlo winda bûye û tu nûçe li ser nehatine zanîn û ta niha bêserûşûn e.
Keder Cum'a kurê endama serkirdayetiya Yekîtya Jinên Kurdistana Sûriyê , Ariya Cum'a ye û xwendekarê kolîja Endaziyariya Petrolê ye, û ji aliyê her yek ji Rêjîm û PYDê ve ji bo leşkeriya wan ya neçarî hatiye paşxistin.
Diya Keder, Ariya Cum'a di beşdariyeke xwe di bultena ARKê de banga eşkerekirina çarenvîsa kurê xwe kir.
756
