Hijmara şehîdên nevçeya bê çek zêde dibe

Mar 11 2019

Binpêkrinên Rêjîma Esed û Hevalbendên wê li gundewarên Idlib û Hemayê bo (100) şehîdî zêdebûn û dinava wan de jin û zarok hene, serbarî ku bi hezaran ji xelkê berve kampên penaberan yên li ser sinorê Turkiyê Penaber bûn.

Li gor jêderan, topbaran û armanc kirina sivîlan ji aliyê Rêjîma Esed ve bi awayekî rojane berdewame û , û ji destipêka miha Şubata bûrî ve , zêdetirî (101) sivîlî hatine kuştin û (350) din brîndar bûne.

Her li gor jêderan, rewşa mirovî û meyidanî li navçeyên bê çek , zehmete û zêdetirî (14226) malbatî mişext bûne, hêjî pêlên derbederiyê berdewame hevdemî berdewamiya tobparana Rêjîma Esed.

Zêdetirî (92) bajar û bajarokî rastî topbarana Rêjîmê û Mîlîsiyatyên wê hatine, li herdu parêzgehên Idlib û Hemayê.

Çalakvanên gundewarên Idlibê, dan zanîn ku hijmarek birîndar ketin ewjî encama topbarana hêzên Esed û Mîlîsyatên hevalbendên wê ne, li ser bajarê Xanşîxun û gund û bajarokê (aldîr alşirqî,m'rişmarîn, tlimnis,û iskîk) li gundewarî başûr û gundê (bidama , mir'nid û alnaciye).

Herwiha çalakvanên gundewarê Hemayê ji aliyê xwe ve dan zanîn, ku hêzên Esed topbarana xwe li ser bajar û bajarokê (kefirzîta ), (til alçixir û hêraya ) , keliha (alimiçîq) û gundên (altuyne, alhuyz) û "cisir bît alras" berdewam kir û di encam de jî hijmarek birîndar ji xelkê sivîl ketin.

Hevpeyimaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreşî û Opozisiyona Sûriyê, tekezî kir bû li ser danîna sinorekê ji binpêkirin , tawan û topbarana rojane yên Rêjîmê derheqê sivîlan de, li gundewarê Idlib û Hemayê , ew yek hijmar kir mîna armanckirneke mebestdar ji sivîlan re û pêkanîna komkujyan.

Herwiha Hevpeymaniyê daxwaza sizadana berpirsên tawanîn cengî li navçeyên bê çek kir û pêdiviya pabendibûnê bi rêkeftina deverên bê çek kir.

405