Duh salvegera terorkirina şehîd Şêxmûs Qehreman bû

Apr 17 2019

Dwe(16.4.2019), salvegera şehîdê Şêxmûs Qehreman ku roja (16.4.1986) bidestê xedir û xiyanetê hatbû kuştin û yekem siyasetmedar bû dinav kurdên Sûriyê hat terorkirin.

Şêxmûs Yehiya Qehreman ji dayikbûyê sala (1962) yê gundê Tepikê li devera Dêrikê bû û ji malbatek cûtiyar sade bû û ji destipêka xurtaniya xwe de tevlî rêzên partiya Çepa Kurd li Sûriyê bû ya ku niha mîna beşkê ji Partiya Demokirata Kurdistan – Sûriya ye.

Tepikê êdi destipêka hatina wî jibo Sûriyê nîzîkbûna hizirî ya Partiyên Çepên Kurdî jibo xwe bikaranîn û mîna gefekê ji partiyên Tevgera Kurdî li Sûriyê re bû û sala (1985) PKKê gef li hevalên Paritya Çep li cihê ahiniga Newrozê ku nêzîkî gundê Tepikê ye û bi navê Girê sipî tê naskirin xwar , lê endamên Partiyên Kurdî man pêgirî cihê ahinigê û roja Newrozê hevalên Partiyên Kurdî çûn cihê ahinigê , lê hevalên PKKê neçûn cihê ahinigê û man ser gefa xwe û heta şeva 16ê gulanê sala (1986) hat , îdî giropek nenas çûn ser mala şehîd Şêxmos û bi pîlanekê ew ji mal derxistin û birin pişt mala birê wî îdî guleyek di rûyê wî de teqandin û Rêjîma Sûriyê xwestin tometê bixe sitûyê hevalên Partiya Çep û Tevgera kurdî bi xwe de , lê hevalên partiyê li dadgehê bi bilgeyan xwe rizgarkirin , û pişt re mîna dîdevanan li dadgehê amade bûn , lewma Rêjîma Sûriyê neçar bû 2 dadweran ji eslê 3 biguhere da ku tometê li dijî nenasan tomar bike û îdî doseya terorkirina wî li dijî nenasan hat qeyid kirin .

Dezgeha şehîdên Kurdistana Sûriyê ya ser bi Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya mîna şehîdekê Partiyê danîn.

Û piştî şehîdbûna Şêxmûs , îdî koma filklorî ya partiyê navê xwe guherî û kire koma şêxo ya filkilorî û hemî Newroza bejdarî ahinigên Newrozê li ser Girê sipê girê ku Şêxo jibo wî şehîd ketî , her sal dibin.

641