Tahir: Pirojeya Îranî hêla Emerîka li ser sînorê Îraq û Sûriya bimîne

Tahir: Pirojeya Îranî hêla Emerîka li ser sînorê Îraq û Sûriya bimîne

Apr 17 2019

Serkirdeyekî kurd raghand ku hebûna Îranî di deverê de û hewlên wê ji bo vekirina dergehekî ji Tehran heta Bexdad û Şam û Beyrût hişt ku Emerîka li deverê bimîne bi taybet li ser sînorê dinavbera Îraq û Sûriya de .

Endamê polîtbîroya partî dîmuqratî kurdistan Sûriya û serokê encumenên xucehî yên encumena niştmanî ya kurd li Sûriyê Mihsin Tahir ji malpera Bas News re raghand ku mana Emrîkî li Sûriyê ne bi tenê ji ber şerê DA'Şê ye lê ji ber rêgrî li berifrehbûna Îranî di deverê de û ne cîbecîkirna pirojeya Îranî di deverê de .

Tahir diyar kir ku ku hîn helwesta Emrîkî zelal nebûye derbarê devera aram ji ber ku ew dever wê were avakirin li gorî bercewendiyên Emrîkî lewma ne diyare gelo ev piroje wê herêmek taybet be bi kurd û pêkhateyên deverê bi serpriştyek Emrîkî yan na .

Tahir eşkere kir ku tevê çekdarên PYDê bi hezaran şehîd û qurbanî dan di şerê DA'Şê de lê vê yekê nehşit ku Emerîka piştgiriya wan bi şîweyekî cidî bike û hewl bide ku herêmek kurdî li gorî hîvî û daxwazyên kurdan ava bike .


594