Apo çarenivîsa Îbiş û Rîda diyar dike

Apo çarenivîsa Îbiş û Rîda diyar dike

Apr 14 2019

ARK NEWS .. Endamekî Komîta Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê çarenivîsa Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya û Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSê Husên Îbiş herwiha endamê ENKSê Mihemed Elî Rîda diyar kir .

Di beşdariya xwe de di bultena duh 13ê Adarê 2019an ya ARKê de Ebdulrehman Apo Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya ragihand ku Husên Ibiş Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê û Mihemed Elî Rîda endamê ENKSê û 7 kesên din di zîndaneke Ewlekariya Siyasî de ne û dê werin dadgehkirin .

Apo herwiha da zanîn ku herdu navbûrî piştî 10 rojan dê ji bo dadgehê werin veguhestin û piştî wê dê rewşa wan bêtir xuya û zelal bibe dê werin berdan yan na .

Ebdulrehman Apo Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya herwiha banga serbestberdana Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê û Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSê Husên Îbiş herwiha endamê ENKSê Mihemed Elî Rîda kir da ku pelikek nû ji diyalogê re were vekirin.

Ş.E

880