Ciwnekî din ji Rojavayê Kurdistanê di bendaveke Herêma Krdistanê de jiyana xwe jidest da
ArkNews :Ciwanekî din ji gundewarên bajarê Dêrkê yê Rojavayê Kurdistanê di bendaveke Herêma Kurdistanê de jiyana xwe jidest da .
Li gorî agahiyên ArkNews ,ciwanê kurd yê binavê Elî Nȗrî Hesen , ku bixwe ji gundewarên bajarê Dêrkê ye ȗ temenê wî 17sal in ,roja Şemiyê di bendava Dokan ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve li Herêma Kurdistanê binavbûye ȗ di encamê de, jiyana xwe jidest da ye.
Jêdereke taybet ku nêzîkî malbate Hesene, ji ArkNews re got ku, Hesen wê di rêya dergehê Sêmalka ve berev gundê Xana Serê yê ser bi bajarê Dêrkê ve , were veguheztin daku li gundê xwe bi axê were sipartin
Beriya niha jî, hejmarek ciwanên Rojavayê Kurdistanê di çemê Şîladizê ,Zaxo ..Zap ..ȗ Bendava Dokanê de jiyana xwe jidest dane .
583
