36 Rêxistinên yasayî daxwaza rawestandina binpêkirinan li Efrînê dikin
Hejmarek rêxistnên yasayî û civaka sivîla Sûriyê bang li civaka navdewletî û rêxistnên navdewletî kir ku binpêkrinên ne mirovî yên ku girûpên çekdar li Efrînê pê radibin rawestînin .
36 rêxistnên sivîl û yasayî di daxuyanyekê de raghand ku girûpên çekdar li Efrînê berdewamin di binpêkrinên xwe de derheqê sivîlan li bajarê Efrînê , mîna diziyê û binçavkirnê û mal wêrankirna mal û milkên xelkê, herweha deste serkirina mal û milkên xelkê heta gihişte astekî ku xelk ji malê wan derkirin wekû gavekî ji bo koçbarkirina xelkên bajar yên resen yên ku hîn li ser mal û milkên xwe ne .
Daxuyanya navburî diyarkir ku di 30-3-2019 girûpên çekdar kesayetya niştmanî yê binavê Elî Rida endamê encumena niştmanî ya kurd li Sûriyê ENKSê ku temenê wî 80 salî ye li ser dergehê bajarê Efrînê girtin û ew radestî ewlekarya rêjîma Sûriyê kirin , piştre Hisên Îbiş endamê komîta navendî ya partiya dîmuqrata kurdistan Sûriya PDK-Sê û serokê encumena xucehî ya ENKSê li bajarokê Şeran girtin ku ta neha jî girtye .
Rêxistnên navbûrî di dawiya daxuyanya xwe de tekez kirin ku ew van kiryar û girtinan derheqê welatiyên sivîl li Efrînê şermezar dikin bi taybet girtina kesayetên niştman perwer û xudan dîrok di dîroka kurdî de li deverê , û banga serbest berdana hemî girtyan kirin herweha daxwaz ji civaka navdewletî û rêxistnên yasayî kirin ku van kiryaran rawestînin û dergeh werin vekrin ji bu vegera xelkên deverê , û peydakirina parastinek navdewletî ji deverên kurdî li kurdistana Sûriyê bi giştî re .
579
