Ciwanekî kurd ji beriya 7 salan di zindanên Rêjîma Sûriyê de ye

Ciwanekî kurd ji beriya 7 salan di zindanên Rêjîma Sûriyê de ye

Apr 11 2019

ARK NEWS .. Ciwanekî kurd ev e 7 sal in di zindanên rêjîma Sûriyê de ye, û tu zaniyarî li ser çarenivîsa wî tune ne .

Ciwanê bi navê Samir Cimhûr Xişo, ku xelkê bajarê Qamişlo ye di sala 2012an de li ser destê dewriyeke (Emin Dewlê) li taxa Seyide Zeyneb li gundewarê Şamê hate girtin, û ta neha çarenivîsa wî ne diyar e .

Samir xişo ji dayikbûyê bajarê Qamişlo ye sala 1977an xêzandar e û sê zarokên wî jî hene .

Bi dehan welatiyên kurd ji destpêka şoreşa Sûriyê de di zindanên rêjîmê de ne ku ta neha çarenivîsa wan ne diyar e

487