Emerîka hewl dide hêzeke Oripî li Sûriyê ava bike
Apr 10 2019
Wezîrê derve yê Emerîka raghand ku welatê wî dixwaze hêzekê li Sûriyê ava bike ku piraniya wan ji welatên rojavayî bin ku cihê hêzên Emrîkî yên leşkerî li Sûriyê bigrin .
Wezîrê derve yê Emerîka Mayik Pombiyo diyarkir ku armanca wan ewe ku hêzek leşkerî li Sûriyê pêk bînin û eşkere kir ku ew neha hewl didin ku hindek welatên beşdar di hevpeymaniya navdewletî de razî bikin ku leşkerên xwe li Sûriyê bihêlin .
Pombiyo serbarkir û got ku ev yek dikeve warê siyaseta Emerîka di rojhilata navîn de ku armanca wê ya sereke ewe rêgirî li niyazên Îranî bi berfirehbûnê di Sûriyê de .
1053
