Kiwalisiyon bêdengiya navdewletî li ser komkujiyên li Sûriyê şermezar dike

Kiwalisiyon bêdengiya navdewletî li ser komkujiyên li Sûriyê şermezar dike

Apr 09 2019

Kiwalsiyona Niştîmanî ya Opozisiyona Sûriyê got ku bicînekirina biriyarên navdeweltî yên taybet bi Sûriyê rê dide komkujî li Sûriyê ji aliyê Rêjîma Esed ve berdewam bibin.

Di daxuyaniyekê de Kiwalsyona Niştîmanî ya Opozisiyona Sûriyê bi helkefta salvegera yekem ya pêkanîna êrîşa kîmawî li ser bajarê Dûma li gundewarê Şamê, Rosiya bi binpêkirina hemû hewlên sizadanê û kar ji bo astengkirkna hemû derfetên çareseriyê bi hemû awayên diplomasî û siyasî tometbar kir.

Kiwalsiyonê di daxuyaniya xwe de got ku berisva guncaw ya li ser tawanên Rêjîmê û sînordarkirina hewlên Rosiyê, tenê pêwîstî bi bicîkirna biriyarên navdeweltî yên taybet bi Sûriyê heye, û bi destpêkirna piroseya Veguhestna Siyasî li gorî daxuyanameya Cinêvê û herdu biriyarên Encûmena Ewlekariya Navdewletî 2118 û 2254 bi serpereştiya Netewên Yekgirtî ye.

Her di wê daxuyaniyê de Kiwalisiyonê banga dubare ektîvkirina Komîteya Vekolînê ya Navdeweltî ya Hevbeş û veguhestna dosiyaya tawanên li Sûriyê hatine pêkanîn bo Dadgeha Tawanan ya Navdeweltî, serbarî danîna tunditirîn siza derheqê her kesê ku destê wî di rijandina xwîna gelê Sûriyê de hebe, kir.

630