QSDê Sipasiya Pêşmergeyên kurdistanê kir
Berpirsekî çekdarên PYDê û QSDê li kurdistana Sûriyê sipasya hêzên Pêşmergeyên kurdistanê kir li ser rola wan di jinavbirina terorê û rêxistna DA'Şê li kurdistana Sûriyê kir .
Berpirsê giştî yê çekdarên QSDê ku çekdarên PYDê beşekî serekene têde Mezlûm Ebdî di çalakiya serkeftinê li dijî DA'Şê û bi amedebûna wezîrê derve yê berê yê Ferensa Birnar Koşnîr diyarkir ku pêşmergeyên ku ji herêma kurdistanê hatin Kobanê û li tenişta birayên xwe rawestiyan , rolek wan ya giring di şerê teror û DA'Şê de hebû .
Dema ku çekdarên DA'Şê êrîşî bajarê Kobanê kirin di 2014an de Serok Mes'ûd Barzanî biryar da ku hêzên pêşmerge bi riya Turkiyê şandin bajarê Kobanê ji bu parastina wî bajar û jinavbirina metirsiya çekdarên DA'Şê li ser wî bajarî .
364