Serok Barzanî û Şah Ebdullah: Kurdistan û Urdin peywendiyên xwe yên abûrî bihêz dikin

Serok Barzanî û Şah Ebdullah: Kurdistan û Urdin peywendiyên xwe yên abûrî bihêz dikin

Apr 09 2019

Serok Barzanî û Şah Ebdullah civiyan û di civînê de pêwendiyên abûrî yên navbera Herêma Kurdistanê û welatê Urdinê gotûbêj kirin.

Di roja Yekşema 07.04.2019an de Şah Abdulahê Şahê Urdinê li Koşka El Husêniye pêşwaziya Serok Mesûd Barzanî û şanda pê re kir.

Di vê hevdîtinê de Şah Abdullah kêfxweşiya xwe bi pêşveçûn û baştirbûna pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexda derbirî û ragihand ku başbûna pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexda di berjewendiya hemû aliyekî de ye.

Her di vê hevdîtinê de tekezî li ser pêwendiyên dîrokî yên herdû aliyan û berdewamiya wan pêwendiyan kirin û ronahî jî xistin li ser pêwendiyên abûrî û bazirganiyên di navbera Herêma Kurdistan û Şahê Urdinê û tekez jî li ser hevahengî û hevkariya berdewam a bi navê şerê terorê û tundiyê û nehiştina terorîstan kirin.

788