Mesrûr Barzanî: Nabe gelê Kurdistanê ji bo berjewendiya partiyan bibe qurban
Îro 08.04.2019ê Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Irfan Elî Ebdulezîz û şanda pê re kir û di wê hevdîtinê de ragihand, nabe gelê Kurdistanê ji bo berjewendiya partiyan bibe qurban.
Di hevdîtinê de pêşketinên navçeyê û pêwîstiya yekrêziya navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê hatin gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî amaje bi pêwîstiya yekrêziya gelê Kurdistanê û bahayên berjewendiya giştî kir û ragehand, gelê Kurdistanê hêjayî xizmeta zêdetir e û nabe bibe qurbana berjewendiyên partiyan.
Herwaha balkêşandina ser gotûbêjên hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê çêbû û hat diyarkirin ku pêwîst e ji bo dabînkirina daxwazên hemwelatiyan pêwîst e pêngav bilez bên avêtin.
Ji aliyê xwe ve jî rêberê giştî yê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê rola Serok Barzanî ya nêzîkbûna aliyan de, bandor û pêwîst dît û herwaha amaje bi yekrêziya ji bo bihêzbûna zêdetir a herêma Kurdistanê kir û daxwaza serkeftinê di erkê xwe yê nû de ji Mesrûr Barzanî re xwest û piştevaniya partiya xwe bo bicîhanîna erkê niştimanî û giştî de ragehand.
430