5 sal bi ser yekbûna 7 partiyan li jêr navê PDK-Sê ve derbas dibin

5 sal bi ser yekbûna 7 partiyan li jêr navê PDK-Sê ve derbas dibin

Apr 07 2019

Weke îro beriya pênc salan heft partyên kurdî bûn yek partî di bin navê Partiya Dîmoqrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê ku ji wê rojê de û ta neha Partiya Dîmoqrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê berdewame di kar û xebata xwe de ji bo bidest xistina mafê gelê kurd li kurdistana Sûryê .

Piştî hewildanên mezin ji bu yekbûna tevgera siyasî kurdî û dibin serpiriştiya serok Mes'ûd Barzanî heft partyên kurdistana Sûryê di roja 7-4-2014 Partiya Dîmoqrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê damezrandin .

Di kongirî ku sê rojan li Hewlêra paytext berdewam kir 640 endam amedebun û Si'ûd Elmela weku sikreterê partiyê hate hilbijartin de herweha 50 endamên komîta polîtbîro û navendî yê partiyê hatin hilbijartin .

Ev partî hate damezrandin weku berdewamyekê ji partya dayik li Sûriyê ya ku di sala 1957an hate damezrandin , ku Partiya Dîmoqrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê jî hate damezrandin di bin siloganên Yekbûn , Nukirin , Pêkve jiyan .


599