Efrîn .. Gundê Cilbirê ji bo bingeheke leşkerî tê veguhestin
Apr 07 2019
ARK NEWS .. Li gundekî Çiyayê Lîlon yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê malên sivîlan û dezgehên li gund de ji binî de dê werin hilweşandin da ku ji bo bingeheke leşkerî were veguhestin .
Jêdereke taybet roja Înê 5/4/2019 ji ARKê re rigihand ku artêşa Turkiyê û girûpên çekdar dest bi hilweşandina malên sivîlan li gundê Cilbirê kirine .
Heman jêderê da zanîn ku mebest ji wê yekê ew e da ku ew gund ji bo bingeheke leşkerî were veguhestin .
Gundê Cilbirê yek ji gundên hevsînor bi herdu bajarokên Nibul û Zerhrayê ne û tu qerebo ji wan welatiyan re nehatine pêşkêşkirin .
Ş.E
690
