ENKS civînek ji bo Xwecihiyên xwe yên navçeya Rojhilat li dar xist
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê civînek ji bo Xwecihiyên xwe yên navçeya Rojhilat li dar xist, tê de pêşhateyên dawiyê û rewşa rêxistinî hatin gengeşekirin.
Roja Înî xwecihyên Dêrik, Girkê Legê, Çil Axa, Nesridîn Birhik, Tirbespî û Sinceq yên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê civîneke xwe ya asayî li dar xist.
Civîn bi amadebûna berpirsê ofîsa Karûbarên Xwecihiyên ENKS Mehsin Tahir hat birêvebirin.
Malpera fermî ya Encûmena Niştîmanî ya kurdî li Sûryê derbarê wê civînê belav kiriye ku rewşa rêxistnî û ya kargêrî ya xwecihiyên ENKS herweha pêşhate û rewşa Siyasî û peywendî bi welatên cîran herweha pewendiyên kurdan yên derve, di wê civînê de hatin gengeşekrin.
Civîna asayî ya xwecihiyên encûmenê hevdemî wê yekê tê ku hemû ofîsên wê û yên rêxistin û partiyên wê ji aliyê partiya Yekîtiya Dîmuqratîk PYDê ve hîn girtî ne, herweha piştî wê yekê tê ku di meha Adara borî de û tevî astengî û rêgiriyên PYDê, Encûmenê çalakîne berifreh bi beşdariyeke cemawerî mezin li dar xistin.
697
